hun bi xêr hatin malpera kurdî ya homes for haringey

Ev rûpel di derbarî malpera Kurdî de agahiyên kêrhatî dihundurîne ji bo mirovên ku bi Kurdî dipeyîvin

Xizmeta ku em didin

Em cûrbecûrtiya civata xwe ya heremê nas dikin û bibiryar in ku agahiyan bighînin hemû grubên mirovan ên li herêmê dijîn. Mixabin, ji ber ku li navçeyê bi nêzîkî 200 zimanan tê peyîvîn, ew ne mimkûn e ku em hemû rûpelan biwergerînin bi hemû zimanan.

Lê belê, tişteke hindik jî be, em bibiryar in ku rûpelên herî girîng bi şeş zimanên herî popûler yên navçeyê pêşkêş bikin. Lînk ji bo van rûpelan li jêr tên dayîn.

Ji bilî van rûpelan, em her wiha agahiyên di nav rûpelên din ên li ser vê websîteyê ku mirovên bi Kurdî dipeyîvin eleqedar dike jî, diwergerînin bi Kurdî û pêşkêşî we dikin.

Ev rûpel dê xûya bikin, dema ku hun li ser vê websîteyê di nav beşa Kurdî de li agahiyan digerin.

Ev çawa dixebite

Dema ku hun serek li vê rûpelê didin, hun di beşa Kurdî de, li vê websîteyê

www.homesforharingey.org dinêrin. Ev tê vê wateyê ku dema ku hun li ser vê websîteyê digerin, hun ê versiyoneke rûpelê ya bi Kurdî bibînin, heke ew rûpel bi Kurdî hatibe amadekirin. Heke ew bi Kurdî nehatibe wergerandin, hun ê versiyona bi Înglîzî ya wê rûpelê bibînin.

We kengî xwest ku vegerin li ser vê rûpelê, îkona/sembola Homes for Haringey ya li kunca jor ya li milê çepê bitkînin.

Heke hun dixwazin li websîteya bi Înglîzî binêrin, ji kerema xwe li vir bitîkinin.

Rûpelên me yên bi Kurdî ev in:

Her wiha hun dikarin lîsteya hemû rûpelên bi Kurdî yên li ser vê websîteyê derxînin bi riya tikandina li vir.

Heke hun dixwazin rûpeleke li ser vê websîteyê bi Kurdî were wergerandin, an jî ji bo agahiya zêdetir ya li ser xizmetên wergerandinê yên Homes for Haringeyê, ji kerema xwe bikevin têkiliyê bi ekîba komûnûkasyonan ya Homes for Haringeyê re li ser 020 8489 1582 an jî li ser 020 8489 4487.

Li pişta piraniya dokumanên me formek heye ku hun vê dikarin tijî bikin û vegerînin edresa bêpere ji bo ku hun vê agahiyê bi ziman an bi formata ku hun dixwazin, bi dest bixin. Ev xizmet bêpere ye.

Dosyayên Pêvekirî

Ji bo ku hun bikarin dokûmanên PDF bibînin, ihtiyaca we bi Adobe Acrobat reader heye. Ji kerema xwe îkona/sembola li milê çepê bitikînin ji bo ku hun Adobe Acrobat li ser qompûtera xwe bi cîh bikin.

Download Adobe acrobat reader

Lînkên Kêrhatî yên Derveyîn

Lînkên jêrîn ne parçeke websîteya Homes for Haringey in.

Ji kerema xwe daxûyaniya me ya legal bixwînin beriya ku hun van lînkan bi kar tînin.